Di encama êrişeke çekdarî de li bajarê Silêmaniyê rojnamevan Hêmin Mamend birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyan hin kesên li ser motosîkletê, li taxa Eqarî Şar ya bajarê Silêmaniyê rojnamevan Hêmin Mamend gulebaran kir.
Têkildarî êrişa çekdarî ya li dijî rojnamevan, çavkaniyan ji ajansa ROJNEWS’ê re ragihandin ku di encamê de rojnamevan Hêmin bi du guleyan bi giranî birîndar bûye.
Her wekî çavakaniyan ji ajansê re diyar kirin ku kesên êrişkar piştî êrişê ji cihê bûyerê reviya ye.
Ajansa ROJNEWS’ê jî eşkere kir ku wê xwest li ser bûyerê, bi Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed peywendiyê bike.
Lê wî bersiva ajansê neda.
Rojnamevan Hêmin Mamend niha li nexweşxaneyek ya bajarê Silêmaniyê tê dermankirin.
Parêzgarê Silêmanî êrîşa li dijî Mamend şermezar kir
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyamek weşand û êrişa çekdarî ya li dijî rojnamevan Hêmin Mamend bi tundî şermezar kir.
Da xuyakirin ku hemû aliyên peywendîdar hatine erkdarkirin ku dest bi lêkolîn û lêpirsîna êrişê bikin û tedbîrên yasayî cî bi cî bikin.
DFG: Divê êrîşa li dijî rojnamevan Hêmin Mamend bê eşkerekirin
Komeleya Rojnemevanên Dîcle Firatê jî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyam da, êrîş şermezar kir û xwest êrîşkar û hevkarên wan demildest werin eşkerekirin.
Di peyamê de hat destnîşankirin ku heta niha li Silêmaniyê gelek hevalên wan ên rojnemevan hatine qetilkirin, ew van êrîşan qebûl nakin û dê hesabê wê bipirsin.



