Li Reqayê bi merasîmekê Akademiya Mezopotamya ya Dada Civakî ya Şehîd Şernaz hat vekirin.
Akademiya Mezopotamya ya Dada Civakî ya Şehîd Şernaz bi armanca pêşxistina pergala dadweriyê û xurtkirina rêgezên edaleta civakî bi merasîmekê hat vekirin.
Di merasîma vekirina akademiyê de hejmarek dadwer û nûnerên meclisên edaleta civakî yên herêmê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.
Piştî merasîma vekirinê, bi beşdariya 36 dadwerên ji Dozgeriya Giştî û endamên nivîsgehên Têkoşîna li dijî Terorê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, dewreya perwerdeyê ya yekemîn hat destpêkirin.
Dewreya perwerdeyê bi navê “Sûcên elektronîkî Elktironîk” hatiye vekirin, dê 3 rojan dewam bike. Di dewreyê de dê semîner li ser sûcên dîjîtal, encamên wan ên qanûnî û cezayên wan werin danîn.



