Li aliyê din li Yemenê jî ji ber barana zêde lehî rabû.
Yekitiya Navneteweyî ya Komeleyên Xaça Sor amarên nû yên ji ber barana gur û lehiya li gelek parêzgehên Yemenê çêbûne, diyar kir ku 62 kesan jiyana xwe ji dest da û 73 kes jî birîndar bûn.
Yekitiyê di rapora xwe ya duh de destnîşan kiribû ku, di dawiya Tebaxa 2025ˊan de, li gelek bajarên Yemenê barana gur bariya, lehî rabû, erd hilweşî û bahoz çêbûn.
Di encamê de 62 kesan jiyana xwe ji dest da û 73 kes jî birîndar bûn.
Li gorî raporê, ji ber lehiyan 47 hezar û 50 malbatî ku ji nêzî 329 hezar û 350 kesî pêk tê, zirar dîtin.
Di demekê de Yemen di krîzeke mirovî de dijî, ku ji zêdetirî ji sedî 70 kes ji şêniyên wê pişta xwe didin alîkariyên mirovî, ev karesat pêk hat.



