Hikumeta Îngilîstanê xwe amade dike ku ji bo xwendekarên biyanî yên ku piştî qedandina destûra xwendekariyê ji bo mayîna li welat serlêdana penaberiyê dikin sepana nû bide dest pê kirin.
Li gorî nûçeya The Guardianê Wezareta Karên Hundir wê ji bo yekem car hişyariyeke fermî ji nêzî 130 hezar xwendekar û malbatên wan re bişîne.
Di nameyê de tê ragihandin ku kesên ku statuya wan a zagonî tune ne divê welat biterikînin nexwe ew ê werin dersînorîkirin.
Di peyamê da ev gotin hene:
“Heke hûn serlêdaneke penaberiyê ya bêbingeh bikin ew ê bi lez û biryardarî bê redkirin.
Heke mafê we yê zagonî ji bo mayîna li welat tune be divê hûn derkevin. Heke hûn dernekevin em ê we dersînor bikin.”
Di sala 2024’an da nêzî 16 hezar xwendekaran di dawiya destûra xwe da serlêdana penaberiyê kirin.
Ev hejmar li gorî sala 2020’an şeş car zêdebûn nîşan dide.
Li gorî daneyên fermî, xwendekarên xwedî destûrê niha koma herî mezin a serlêdanên penaberiyê pêk tînin e.



