Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû gef û nêzîkatiyên desthilata Tirkiyê ên li ser Rojavayê Kurdistanê rexne kir û got, “Sedema ewqas gef û şer ew e ku Kurd li wê derê xweser nebin. Eger Tirkiye êrîşî wê derê bike, wê tişekî qezenc neke.”
Karasû diyar kir divê Tirkiye polîtîkayeke li gorî gotinên xwe yên xwişk û biratiyê bimeşîne û dibêje,
“Tu yê dijminatiyê li Kurdên li Sûriyê bike, ji bo Kurdên li Tirkiyê jî bibêje xwişk û birayên min e. Kes ji vê bawer nake.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû ji kanala Medya Haber TV re gefên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojavayê Kurdistanê nirxand.
Karasû anî ziman polîtîka û nêzîkatiyên AKP’ê şer dixin rojevê û bal kişande li ser gefên dawî yên Dewlet Bahçelî.
“DIVÊ EŞKERE MIGOGER BIKIN KU RÊBER APO LI ROJAVA BIBE AKTOR Û ROL BILÎZE”
” Devlet Bahçelî gotiye ‘Wê li Îsraîlê guhdarî bikin yan jî li Îmraliyê guhdarî bikin?’ Gotiye, bila li Sûriyeyê bibe aktor.
Temam, bila Îmrali di wê mijarê de bibe aktor. Li wê derê bi tecrîdê, wê çawa bibe aktor? Gotina, ‘Wê li Apo guhdarî bikin yan li Îsraîlê guhdarî bikin?’ tê wê wateyê.
Ew gel dilsozê Rêber Apo ye û ji bilî Rêber Apo li kesî guhdarî nake.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi aktoriya Rêber Apo pirsgirêk dikare çareser bibe.
Naxwe eger pirsgirêk çareser nebe, wê şer biqewime. Kurdên li wir li hemberî gefan jî serî natewînin, wê li ber xwe didin.
Divê dewlet bi aqil tevbigere û nêzîkatiya çareseriyê nîşan bide.”
“Sedema şer gefên dewleta Tirk ew e ku Kurd li Rojava xweser nebin”
Karasû da zanîn sedema ewqas gef û şer ew e ku Kurd li wê derê xweser nebin û ji Kurdên din re nebin mînak.
Karsû bi van gotinan behsa durûtî û nakokiyên Dewleta Tirkiyê dike:
“Eger tu yê pirsgirêka xwe çareser bikî, wê demê çima tu li ber çareseriya nenavendî ya li wê derê radibî?
Dibêjin xwişk û birayên me yên Kurd, lê tu xwedî li Kurdan dernakeve, tu xwedî li dûvikekî DAIŞ’ê derdikeve.”
“Divê Tirkiye polîtîkayeke li gorî gotinên xwe ên xwişk û biratiyê bimeşîne”
Mistefa Karasû anî ziman divê Tirkiye polîtîkayeke li gorî gotinên xwe yên xwişk û biratiyê li hember Kurdan bimeşîne.
“Êrişî Kurdên Rojava bike, ji Kurdên Bakur re jî bêje birayên min, kes ji vê bawer nake”
“Nêzîkatiya Tirkiyeyê rast nîne. Eger Tirkiye êrîşî wê derê bike, wê tişekî qezenc neke. Dibêje hêza min a leşkerî heye. Temam, heye. Lê, rewatiya te heye?
Bi êrîşkirinê tu çima berê Kurdan dide polîtîkayeke din? Wê sûcdar, berpirsyar tu bi xwe be. Lewma rast û erênî nêzî Kurdan bibe.
Tu yê dijminatiyê li Kurdên li Sûriyeyê bike, ji bo Kurdên li Bakur, li Tirkiyeyê jî bibêje xwişk û birayên min e. Kî wê ji vê bawer bike?
Ew nêzîkatiyeke şaş e, divê bê terikandin.”
“Demokrasî nîne, hilbijartinek adil û azadiya jin nîne, wê çareserî çawa pêk were?”
Mistefa Karasû feraset û nêzîkatiyên hikumeta veguhêz ya Sûriyê jî bi van gotinan rave kir:
“Herkes dixwaze çareseriyek pêk were. Lê demokrasî nîne, hilbijartineke adîl nîne, ne diyar e bê çawa nêzî jinan dibe.
Ji ber ku weke jinên wan nakevin nava çarşefê, wê jinên Kurd hemûyan bikujin, lînç bikin.
Kî çarşefê bixwaze li xwe bike wê li xwe bike, kî dikare dest lê werde. Lê belê ew feraseta xwe li ser her kesî ferz dikin.”


