Ji duh ve Hêzên Îsraîlê bi dijwarî Xezayê bombebaran dikin, di encama êrîşê de hejmara kuştiyan gihaştiye 62’an.
Li aliyê din artêşa Îsraîlê li dijî Xezayê dest bi êrişa bejahî kir.
Televizyona Filistînê ragihand ku di nava 20 deqeyan de bi balafirên şer û topan 37 cih li bakurê rojavayê Xezayê bombebaran kirin û hîn jî êrîşên dewam dikin.
Çavkaniyê tenduristiyê yên li Xezayê ragihand ku herî dawî 4 kes hatin kuştin û hejmareke kes birînda bûn , ji berbanga sibehê ve hejmara qurbaniyan gihîştiye 62’an.
Wezîrê karê derve yê DYA’yê Marko Rubio muhleteke kurt daye û got:
“Dibe çend hefte bin, meh nemane.” ji bo tevgera Hemasê peymana agirbestê qebûl bike.
Di derbarê vê mijarê de Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yasraîl Katis da zanîn ku êrîşên xwe li dijî Xwzayê bidomîne.
Her wiha Katis, li ser X’ê ev peyam parve kir:
“Xeza dişewite, artêşa me bi destekî ji hesin bingehên terorîstan bombebaran dike.
Em bi paş ve venagerin, divê Hemas dilgirtiyên me serbest berde.”



