35 jinên Meksîkayî ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re, duh dest bi çalakiyekê kirin ku 2 rojan dewam bike.
Jinên Meksîkayê vê carê çalakiyeke hîn afirîner dan destpêkirin.
Beşdaran hest û fikrên xwe yên li ser Rêber Apo bi gotinekê li kaxizekê nivîsîn .
Piştre jî ev gotin veguherandin helbesteke hevpar.
Ji çalakgeran 3 jinan helbesta amadekirin bi dîmenekî parve kirin. Çalakî wê sibeha 17’ê Îlonê bi dawî bibe.
Di çalakiyê de daxwaznameyek ji saziyên fermî re hat nivîsandin tê de tê gotin :
“Ji Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa û Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tûnç re.
Weke jinên li Meskîkayê têdikoşin, ji bo mafê hêviyê bê naskirin û bê berdan em ji we daxwazê dikin.
Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe .
Lewma em bi vê helbestê dengê xwe digihînin we.”



