Talîban pêşniyara serokê Amerîkayê Donald Trump a vegerandina baregeha hewayî ya Bagramê ya bakurê Kabulê ya Afganistanê red kir.
Donald Trump pêşniyar kiribû ku baregeha leşkerî ya Bagramê ya ku berê Amerîka jê vekişiyabû, vegerîne.
Talîbanê jî ev pêşinyar red kir.
Di heman demê de Talîbanê amadebûna xwe ji bo diyaloga siyasî û aborî bê ku têkiliyên leşkerî hebin, diyar kir.
Girêdayî wê Talîbanê diyar kir ku Afganistanê tu caran di dîrokê de hêzên biyanî qebûl nekirye.



