Li Siwêdayê di çarçoveya kampanyaya ‘Mafê Diyarkirina Çarenûsê’; 100 hezar îmze hatin komkirin.
14’ê Îlonê kampanyaya “Mahê Diyarkirina Çarenûsê” ji bo Siwêdayê li ser medyaya dîjîtal dest pê kiribû.
Di 17’ê Îlonê de jî li bajar û bajarokên Siwêdayê jî komkirina îmzeyan ji şêniyan dest pê kiribû.
Berpirsên kampanyayê diyar kir ku komkirina îmzeyan bi dawî bûye û destnîşan kir ku zêdetirî 100 hezar îmze hatine komkirin.
Berpirsên kampanyayê got, dê dest bi merheleya kontrolkirina îmzeyan bikin, piştre dê hejmara zelal a dawîn ragihînin.
Li gorî berpirsan, encamên kampanyayê dê ji saziyên navneteweyî re werin şandin.



