DYA’yê 60 roj muhlet daye welatiyên Sûriyê yên sûdê ji bernameya “Rewşa Parastina Demkî” werdigirin ku vegerin welatê xwe.
Wezareta Ewlekariya Hundirîn a DYA’yê ragihand ku bernameya “Rewşa Parastina Demkî” ya taybet ji bo welatiyên Sûriyê dê di demeke nêzîk de bi dawî bibe.
Wezaretê diyar kir ku bi rêya bernameya “Rewşa Parastina Demkî” destûr hatibû dayîn ku nêzî 6 hezar Sûriyeyî li DYA’yê bixebitin.
Her wiha destnîşan kir ku daxwaznameyên tevlêbûna bernameyê yên derdora hezar sûriyeyiyên din ji Tebaxa borî ve hatine rawestandin.
Wezaretê 60 roj da Sûriyeyiyên di bernameya “Rewşa Parastina Demkî” de qeydkirî da ku vegerin Sûriyê.
Wezaretê diyar kir ku dê vegera ewle mîsoger bike, bilêteke balafirê bê pere, hezar dolar û tevî derfetên koçberiya qanûnî di siberojê de bo DYA’yê, pêşkêşî wan bike.
Bernameya “Rewşa Parastina Demkî” cara yekem di sala 2012’an de ji Sûriyê re dest pê kiribû, piştre gelek carên din hat dirêjkirin.
Bername rê dide bi hezaran welatiyên Sûriyeyê yên ji ber şer û aloziyan reviyane, li DYA’yê bijîn û bixebitin.



