Thursday 2026/06/11
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Li Hesekê konferansa Hevgirtina Jinan tê lidarxistin

September 20, 2025
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
Li Hesekê konferansa Hevgirtina Jinan tê lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Li Hesekê konferansa “Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya ne navendî û yekgirtî” tê lidarxistin.

Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê konferansa “Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî” li dar dixin. Gelek siyasetmedar, hiqûûnas, rewşenbîr, endamên eşîrên Ereban ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, perav û Şamê, derdora 700 delege beşdarî konferansê bûn. Jinên ji Siwêdayê jî bi rêya Zoomê beşdar dibin.

Konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre jî stran hatin gotin.

Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ve hat kirin. Rîhanê bixêrhatina beşdaran kir û got: “Em hêza jinan ya yekbûyî, xwedî îradeya guhertinê û hêviyên avakirina Sûriyeye siberojê kom bûne.”

Rîhan Loqo şehîdên jin ên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û soza domandina têkoşînê da. Rîhanê di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ev konferans ne tenê hevdîtinek e ,bi qasî ku platformek stratejîk e ji bo yekkirina nêrîna jinan ji bo Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî ku mafên jinan û hemû pêkhateyên civakê biparêze û li ser îradeya azad a gelê xwe ava bibe.

Rîhan Loqo bi bîr xist ku di dema rejîma Baasê de jinên sûriyeyî tevî hewldanên ji bo pişaftinê  têkoşîna ji bo beşdariya di qadên civakî û siyasî de berdewam dikin.
Rîhanê da zanîn ku piştî rûxandina rejîma Baasê Sûriye derbasî qonaxeke nû bû, lê dîsa tundî û zextên li ser jinan berdewam dikin.

Rîhanê bal kişand ser komkuiyên li Siwêda û perava Sûriyeyê hatine kirin û ewkî birînekê di tevna civakî ya Sûriyeyê pênase kir. Her wiha anî ziman xwezaya rejîma heyî jinan tenê wekî beden û amûra kirîn û firotinê dibîne û wiha got: “Em rejîma ku bi navê din me diçewisîne û bi navê desthilatê me dikuje qebûl nakin.”

Rîhan bal kişand ser têkoşîna Kongra Star û got ev kongre ji bo azadiya jinan ku bingeha azadiya civakê ye hate avakirin. Her wiha destnîşan kir ku felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ne dirûşme ye, lê rewşeke şênber e, bi hezaran jin di siyaset, rêveber, parastin û aboriyê de kar dikin û li Rojihlata Navîn destkeftiyên dîrokî bi dest xistine.

Rîhan Loqo got, divê Sûriyeya siberojê welatekî demokratîk, nenavnedî, pirrengî be, li ser esasê îradeya azadiya hemû hemû pêkhateyên wê û jinan ava bike.

Rîhanê anî ziman ku destûra bi beşdarî jinan neyê nîvisandin ne rewa ye û bêyî dengê jinan aştî pêk nayê.

Rîhan Loqo armancên Kongra Star jî jî wiha bi rêz kirin:

–  Avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî ku mafên jinan û hemû pêkhateyan biparêze.

– Temsîla jinan di hemû saziyên dewletê û meclisên xwecih de ku ne kêmî ji sedî 50 be.

– Nivîsandina destûreke nû ku jinan wek aktorên sereke dihewîne, mafên wan garantî dike û jevveqetandina ol û dewletê mîsoger dike.

– Ji armanca yekkirina nêrînên jinan, konferansek nîştimanî ya berfireh a jinên Sûriyeyî were lidarxisitn.

– Beşdarbûna di edaleta veguhêz û temsîliyeta jinan di komîteyên lêpirsînê de were mîsogerkirin.

–  Betalkirina tevahî qanûnên cudakariyê yên li hemberî jinan û qanûnên ku jinan diparêzin werin derxistin.

 – Parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.

 – Xurtkirina nasnameya nîştimanî ya li ser bingeha pirrengiya çandî û olî.

–  Avakirina civateke demokratîk, jîngehî û azad l li ser bingeha felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî”.

– Redkirina hemû şêweyên dagirkerî û destwerdana biyanî, bi taybetî ya Tirkiyê, redkirina piştgiriya komên cîhadîst.

Piştre bi navê Kombûna Jinan a Zenûbiya, berdevka kombûnê Xod El Elî jî axivî û got jinên ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo avakirina Sûriyeya siberojê berpirsyariyeke dîrokî hilgirtine.

Xod El Îsa bal kişand ser sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî jinan dikir û wiha domand: “Jinên Sûriyeyî teslîm nebû, lê belê cihê xwe di nava YPJ’ê de girtin û bi lehengî li hemberî çeteyan şer kir.”

Xod El Elî diyar kir ku bihêzkirina jinan ne dirûşm e, lê ji bo avakirina civakek demokratîk şert e û got, divê siberoja Sûriyeyê edalet û wekheviyê ji bo jinan mîsoger bike, wan ji tundî  û cûdekariyê biparêze, beşdariya wan di hemû qadan û navendên biryarê de pêk bîne.

Xod El Elî bang li hemû jinên sûriyeyî kir ku ji bo siberojeke baştir bi hev re bixebitin.

Di konferansê de dê bi navên jinên Durzî, Elewî, Yekitiya Jinên Suryan, Yekitiya Jinên Ermen, endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif, nûnerên YPJ, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Êzidî axaftin dê werin kirin.

Previous Post

Dewreya perwerdeya xebatkarên gumrikê bi dawî bû

Next Post

14 Kurd hatin revandin

Weşana girêdayî

Rê li ber aloziya di navbera gundê Aşmê û Ceadê yê Kobanê de hat girtin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Rê li ber aloziya di navbera gundê Aşmê û Ceadê yê Kobanê de hat girtin

ANHA: Deriyê Nisêbînê wê vê hefteyê were vekirin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Çima heya niha Deriyê Nisêbînê nehatiye vekirin?

Li hewşa avahiya dadê ya Qamişloyê şewat derket
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Li hewşa avahiya dadê ya Qamişloyê şewat derket

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye