Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya li Dêr Hafirê şermezar kir û got ev êriş, berdewamkirina rêgeza dijminane ya li dijî gelê herêmê nîşan dide.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê komkujiya li Dêr Hafirê daxuyaniyek da.
Rêveberiyê di daxuyaniyê de got: “Em tundî ev sûcên barbarî şermezar dikin. Ev êriş, berdewamkirina rêgeza dijminane ya li dijî gelê me nîşan dide. Tirsê û xofê belav dike. Nemaze ku welat di pêvajoyeke gelek hesas re derbas dibe û pêwîstî bi hewldanên hemû aliyan heye ji bo ku siberojeke ewle û aram dûrî tund û înkarkirinê ava bibe.”
Rêveberiyê diyar kir ku gelê herêmê zêdetirî serdemekê ji ber kuştin, wêranî û komkujiyan, êş dikişîne û hîna ev binpêkirin necidîbûna hin aliyan di avakirina Sûriyeya nû de nîşan dide.
Rêveberiyê destnîşan kir ku divê li pêşiya edaletê hesab ji sûcdaran bê pirsîn û bên cezakirin. Di heman demê de rêveberiyê bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û mirovî li hember sivîlan bi cih bînin.
Rêveberiyê di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Hêjeyî bi bîr xistinê ye ku çekdarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê êriş gundê Um Tîne yê bajarokê Dêr Hafir ê rojhilatê bajarê Helebê kiribûn û di encamê de 7 sivîl şehîd bûn û 4 din jî birîndar bûn.



