Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê diyar kir ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê nehiştiye Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan bikeve parêzgeha Siwêdayê.
Piştî bûyerên Tîrmeha 2025’an rûspî û lêvegerên olî yên Siwêdayê banga destpêkirina lêpirsînan kiribû.
Li ser vê yekê Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan hat avakirin.
Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê da zanîn ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê derbasbûna Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan a Navneteweyî ji parêzgeha Siwêdayê re asteng kiriye.
Komîteya Qanûnî diyar kir ku vexwendineke fermî ji aliyê rûspiyên Siwêdayê ve wekî serokê rohanî yê Durziyan Şêx Hîkmet El Hecrî û Mitranê Romên Ortodoks Antonyos Seid hat şandin.
Tê de vekirina derfetan ji bo pêkanîna lêpirsîn û lêkolînan hatibû misogerkirin.
Hat diyarkirin ku Hikûmeta Veguhêz bi bihaneyên nerast daxwazên derbasbûna Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan red kirine.
Komîteyê bang li civata navneteweyî kir ku destekê bidin wê da ku bê şert û bê destwerdana Hikumeta Veguhêz dest bi xebatên xwe bike.
Her wiha banga parastina sivîlan û piştgiriya şêniyên Siwêdayê ji bo birêvebirina karûbarên xwe hat kirin.



