Durziyên li bajarê Strasbourg ê Fransayê ji bo şermezarkirina êrîşên li Siwêdayê bi dirûşma ‘Kujer Colanî’ çalakiyek li darxistin.
Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Strasbourgê jî tevlî çalakiyê bûn.
Çalakgeran wêneyên mirovên li Siwêdayê di êrîşan de hatin kuştin û dowîzên ku balê dikişînin ser komkujiyê hildan.
Di çalakiyê de dirûşma ‘Kujer Colanî’ hate qîrîn.
Her wiha axaftin hate kirin û hate ragihandin ku HTŞ avaniyeke rewa nîne, ew rêxistineke cîhadîst e ku ji komkujiyan berpirsyar e û gotin:
Durzî, Kurd, Elewî û komên ji gel û baweriyên din bi êrîşên HTŞ’ê re rû bi rû man.
Çalakgeran bang li Ewropayê û civaka navneteweyî kirin ku li hemberî van êrîşan bi berpirsyarî rabin.



