Li bajarê Kloten ê kantona Zurichê bi wesîleya salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Komeleya Rojava çalakiyek lidar xist.
Çalakiya ku ji aliyê Komuna Rojhilat ve hate birêxistinkirin, nûnerên saziyên ji çar parçeyên Kurdistanê û gel tevlî bûn.
Pêvajoya ku bi qetilkirina Jîna Emînî re veguherî raperîna gelan hate bibîrxistin.
Di çalakiyê de peyama PJAK’ê jî hate xwendin.
Di peyamê de hate ragihandin ku têkoşîna bi pêşengiya jinan sînor derbas kir û ji hemû gelan re bû îlham.
Di çalakiyê de peyama “Yekane rêya afirandina jiyana azad xwedîderketina li têkoşîna şehîdan e” hate dayin.



