Li Festîvala Fîlm a Amedê xwîn çû ser mejiyê civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî û rakirin nexweşxaneyê.
Li Amedê, Festîvala Fîlm û Dokumanter a FîlmAmed ya 9. di roja duyemîn de dewam dike.
Di çarçoveya festîvalê de dokumantera li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî ya bi navê “Îsmaîlê Me” hate nîşandan.
Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî jî ku li festîvalê bû û dema ku hevpeyvîn bi wî re dihat çêkirin, xwîn çû ser mejiyê wî û ew rakirin nexweşxaneya zanîngeha dîcleyê.
Hate ragihandin dermankirina Beşîkçî dewam dike.



