Bi sedan şêniyan sersaxî da malbatên şervanên QSD’ê şehîd Rustem û şehîd Deştî Amanos.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişlo ji bo şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Rustem (Damên El Damên) û Deştî Amanos (Mistefa Hanan) konê sersaxiyê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li taxa Meyselûn veda. Di bin konê sersaxiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên herdu şehîdan hatin daliqandin.
Tevî endam û rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî û hevreyên her du şehîdan, bi dehan şêniyên bajarê Qamişloyê herikîn bin kon û sersaxî dan malbatên şehîdan.
Di bin kon de merasîmeke hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin, ji endamên rêveber ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şerîf Mihemed axivî.
Şerîf Mihemed di kesayeta herdu şehîdan de tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da. Mihemed got, şehîd ji bo parastina azadî û rûmeta gelê xwe canê xwe feda kir.
Endama Meclisa Kongra Star ya taxa Xerbî ya Qamişloyê Remziya Îsa jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Remziya got:” Ji bo jiyaneke bi rûmet, avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û nenavendî divê em şopa şehîdan bidomînin.”
Taziya ji bo her du şehîdan dewam dike.
Şervanên QSD’ê Rustem (Damin El Damin ) 25’ê Îlona îsal li devera El Behra ya kantona Dêrazorê di êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû. Deştî Amanos (Mistefa Yûsif Hanan ) di 25`ê Îlona 2025’yan di êrişeke çekdarî ya hêzên hikumeta Şamê li Dêr Hafirê şehîd bû.



