Di çarçoveya xebatên ji bo yekrêziya Kurdî, şandeyek ji partiyên Bakurê Kurdistanê serdana partiyên li Başûrê Kurdistanê kir.
Şandeya ji Bakurê Kurdistanê li Hewlêrê serdana Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kir.
Şande tevî Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk Bedran Ozturk, ji nûnerên Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyê, Partiya Însan û Azadîyê û Partiya Azadî pêk tê.
Hevserokên Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê Abid Îke û Muzeyen Guneş jî li gel şandeyê bûn.
Şande ji aliyê berpirsên Hizba Zehmetkêşan û Yekgirtûya Îslamiya ve hate pêşwazîkirin.
Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê Muzeyen Guneş diyar kir ku armanca wan ya serke ji van hevdîtinan hatina gel hev ya partiyên kurdi ye.