Di çarçoveya serdaneke fermî ya bi armanca pêkanîna hevdîtinan bi gelek rayedarên hikumeta Lubnanê re, şandeyek Rêveberiya Xweseriya gihîşt paytexta Lubnanê Beyrûtê.
Li gorî çavkaniyan, dê şande di serdanê de gelek mijaran weke rêbazên pêşxistina têkiliyên dualî , hevkariya di warê ewlehiyê û dosyaya malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên hemwelatiyên Lubnanê, nîqaş bike.
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Lubnanê Ebduselam Ehmed diyar kir ku şande niha li Beyrûtê ye û dê îro bi rayedarên Lubnanê re bicive.



