MSD’ê şandeyek ji Konfedrasyona Kurd li Ewropa û Yekitiya Parêzerên Kurd li Almanyayê, ku ji gelek kesayetên di warê hiqûqî û civakî aktîv in, pêşwazî kir.
Heverokokên Meclisa Sûriya Demokratîk û endamê Nivîsgeha Siyasî ya MSD’ê Nesredîn Îbrahîm li navenda xwe ya li Qamişlo şandeyek Konfedrasyona kurd ya li Ewropayê aktîv in, pêşwazî kir.
Her du aliyan rêbazên koordîna û hevkariya di navbera saziyên Rêvbeberiya Xweser û aliyên Ewropayê de, mekanîzmeya pêşxistina têkiliyên saziyane de nîqaş kirin.
Her wiha MSD’ê proje û nerînê xwe ya ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê û avakirina dewleteke demokratîk a nenavendî ku mafê tevahiya pêkhateyê misger bike, pêşkêş kir.
MSD’ê diyar kir ku ezmîna Rêveberiya Xweser ezmûneke pratîkî ye, ya birêvebirina demokrasiyê ye û ji bo welat bibe çareseriyeke niştîmanî hemwelatîbûna wekhev pêk bîne.



