Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bi daxuyaniyekê binpêkirineke nû ya peymana agirbestê ku berêvara îro ji hêla hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê ve hatiye kirin, eşkera kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên hikumeta veguhêz bi çekên doçka avahiyên niştecihan ên li taxên bajarê Siwêdayê hedef girtin.
Di encamê de di nav de jin û zarok sivîl birîdnar bûn û zirarên madî derketin bêş
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yekîneyên ji Hêzên Parêzvanên Niştîmanî vê sibehê li beşa bakurê Siwêdayê droneke xwekuj a bombebarkirî xist xwarê.
Ev dron ji bo hedefgirtina avahiyan hatibû şandin.
Lê hêzan li nava zeviyekê xistin û tu zirar nebûn.
Li gorî daxuyaniyê ev rageşî bi hewla sîstematîk a têkbirina ewlehiyê El Cebel e.
Di heman çarçoveyê de hat ragihandin ku di nava heftiyekê de zarokek û 4 dayika û 26 birîndar ji ber êrîşan derbasî nexweşxaneyê bûn.



