Federasyona Karkerên Koçber bi daxuyaniyekê bang li hemû karker û kedkarên koçber yên li Elmanyayê kir ku beşdarî meşa 8’ê Mijdarê ya li Kolnê bê lidarxistin bibin.
Her wiha Civaka Îslamiya Kurdistan jî bi daxuyaniyekî nivîskî banga tevlîbûna meşa 8’ê Mijdarê ya Kolnê kir û gotin:
Ev meş naskirina mafên siyasî, çandî û civakî ya gelê Kurd e.
Federasyona Karkerên Koçber di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de divê “mafê hêviyê” yê Rêber Apo were naskirin.
Divê demildest dawî li polîtîkayên tecrîda girankirî yên li ser Rêber Apo û hemû girtiyên şoreşger tên meşandin bê.
Divê hemû girtiyên şoreşger werin berdan.
Her wiha Civaka Îslamiya Kurdistan jî bi daxuyaniyekî nivîskî banga tevlîbûna meşa 8’ê Mijdarê ya Kolnê kir.
CÎK’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bingeha jiyana wekhev, azad û aştiyane ye û got:
Em ê vegotina îrade û daxwazên demokratîk ên gelê Kurd bi awayekî xurt bidomînin.
Civaka Îslamiya Kurdistan di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû Kurdistanî û her kesên alîgirê têkoşîna, demokrasî, azadî û wekheviyê kir ku tevlî meşa Kolnê ya di 8’ê Mijdarê de bibin.



