Îsraîlê careke din êrişî başûrê Lubnanê kir.
Beriya êrişê, Berdevkê artêşa Lubnanê bi zimanê Erebî Avichay Adraee bang li şêniyan 3 gundan kir da ku ji malên xwe derkevin.
Beriya êrişê Avichay Adraee bang şêniyên gundê gundê El-Teybe û Dêr Deba yê li başûrê Lubnanê kir da ku ji malên xwe derkevin.
Avichay Adraee got ku ew ê li van gundên navborî êrişî cihên çekdarên Hizbullahê bikin.
Herî dawî Artêşa Îsraîlê ragihand ku li dijî nuqteyên Hizbullahê yên li başûrê Lubnanê êrişên hewayî pêk anîne.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî hişyariyên di derbarê valakirina 3 gundan wan dest bi êrişên li ser nuqteyên girêdayî Hizbullahê kiriye.
Artêşê diyar kir ku wan bi rêzeêrişên dijî armancên leşkerî yên Hizbullah a terorîst li başûrê Lubnanê kiriye.



