Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re çû Girava Îmraliyê.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, Serokwekîla Meclisê û Parlementera DEM Partî Pervîn Bûldan, Parlementerê DEM Partiyê Mîthat Sancar û Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol di seetên nîvroyê de çûn Girava Îmraliyê.
Tê payîn ku şande li ser rewşa dawiyê ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hevdîtinê bike û Rêber Apo peyamên girîng wê bide..
Piştî serdana Komîteya Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya 24’ê Mijdarê, şande cara ewil serdana Îmraliyê dike..



