Duh hêzên PDK’ê şêniyên gundê Lacan yê girêdayî Hewlêrê bi darê zorê ji gund ê wan derxistin.
Roja 29’ê Mijdarê xelkê gundê Lacan çalakiyek liderxistin û xwestin ciwanên wan jî li bîra neftê ya petrolê ya Lanaz werin tayînkirin.
Çekdarên PDK’ê bi guleyan êrişî gundiyan kirin û di encama êrişa şufêrekî jiyana xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.
Şênî daxwaza vekişîna hêzên PDK’ê ji nava gund û derdora wê û berdana kesên hatine girtin dikin.
Şêniyên gundê lacan li dora gundê xwe kon vedan
Her wiha Piştî ku duh bi darê zorê hatin derxistin û şevek zehmet derbaskirin, îro li derdora gundê xwe dest bi vedana konan kirine.
Li navçeya Xebat a Hewlêrê xwepêşandanek hat lidarxistin
Ji bo piştgiriya gundiyan, şeva borî li navçeya Xebat a Hewlêrê welatiyan xwepêşandan lidarxistin, PDK’ê jî hêzek zêde bi çekên giran şand navçeyê.


