Li başûrê Kurdistanê Dayika Aştiyê Ayla Teymûr di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.
Îro jî bi pêşengiya endamên malbatên şehîdan cenazeyê wê ber bi bakurê Kurdistanê ve hate oxirin.
Dayika Aştiyê Ayla Teymûr li Bakurê Kuridstanê di nav rêxistinên DEM Partiyê de têkoşîn dida meşandin.
Beriya hefteyekê ji bo piştgiriya pêvajoyê serdana Başûrê Kurdistanê kiribû.
Li wir, di 1’ê Kanûnê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.
Endamê Komîteya Malbatê Şehîdan ya Başûrê Kurdistanê Wehab Helebceyî behsa têkoşeriya Dayika Aştiyê Ayla Teymûr kir û wiha got
“Vê dayikê bi armanca dîtina Başûrê Kurdistanê û piştgiriya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”, her wiha kar û xebatên di vê çarçoveyê de serdana Başûrê Kurdistanê kiribû.”



