Piştî ku şandeya Meclîsa Tirkiyeyê çû Îmraliyê û Rêber Apo dît, ji ber ku gotûbêj ji raya giştî re nehatiye ragihandin ji aliyê gelek derdoran ve ji roja destpêkê ve gelek manîpulasyon tên kirin.
Yek ji wan jî rayedarekî partiya desthilat a Tirkiyeyê bû. Vî parlamenterê berê yê AKP’ê li ser navê Rêber Apo gotibû, “wê di nava MHP’ê de li dijî Devlet Bahçelî darbe çêbibe.”
Endama Şandeya Meclîsa Tirkiyeyê ya ku çûbû Îmraliyê ragihand ku ev îdîa manîpulasyon e, Rêber Apo gotineke wisa nekiriye.
Serokwekîla Koma Dem Partiyê û endama şandeya Meclîsa Tirkiyeyê ya çû Îmraliyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît ji Spot Basin Kooperatîfî re axivî.
Gulîstan got: “Mirov bi halê wê yê herî berfireh bibêje wiha gotiye wê rasttir be: ‘Heke pêvajo serketî nebe wê mekanîka darbeyê bikeve dewrê û ev jî wê gelek beşan bike hedefa xwe.'”
Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ku beşek heye û ev dixwazin xeta li dijî çareseriyê xurt bibe û wiha dewam kir: “Divê her kesek karibe li beramberî vê beşê baldar be û nehêle ev beşa li dijî çareseriyê xurt bibe.”
Parlamenterê berê yê AKP’ê Şamîl Tayyar îdîa kiribû ku Rêber Apo ji Komîsyona Meclîsê re wiha gotiye: “Heke pêvajo negihêje serî wê di nava MHP’ê de li dijî Dewlet Bahçelî darbe çêbibe.”



