Li Îranê krîza avê dewam dike.
Hikumeta Îranê ji bo kontrola li ser avê bi taybetî Tehranê avê li ser xelkê qut dike.
Asta avên bendavên Tehranê û li derdora wê, li gorî sala borî ji nivî zêdetir daketiye û gihîştiye asteke krîtîk.
Li gorî çapemeniya dewletê, ji ber ku welêt bi tundtirîn ziwabûna 60 salên dawîn re rû bi rû ye asta avên bendavan li gorî salên borî ji nivî zêdetir daketine.
Rayedarên xwecihî diyar dikin ku asta barînên li Tehranê daketiye asteke wisa ku ”di sedsala dawîn de tu caran ew qasî zêde daneketiye.”
Her çend roja Duşemê li bajêr yekem barana demsalê hatibe jî, asta wê bes 1,7 mîlîmetre bûye û ev hejmar li gorî ya sala borî ji sedî 96 kêmtir e.
Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan di daxuyaniyeke xwe ya hefteyên borî de hişyarî dabû ku ger rewş wisa berdewam bike wê neçar bimînin Tehrana ku nifûsa wê ji 10 milyonî zêdetir e, tehliye bikin.
Li temamiya 31 eyaletên Îranê îsal hecma barînê di bin asta asta normal de ye lê belê li çar eyaletan ev rewş gelekî krîtîk e.



