Li Endonezya, Srî Lanka, Tayland û Malezyayê bandora lehiyê giran bû.
Li gor bîlançoya dawî heya niha hejmara giştî ya miriyan gihiştiye hezar û 400 kesan.
Hikumetên welatan ji bo bandora lehiyê li ser welatiyan kêm bikin di nava hewldanan de ne.
Li welatên Asyayê lehî, şemîtîna axê û erdhej rû didin.
Li 4 welatên Asyayê ango li Endonezya, Srî Lanka, Tayland û Malezyayê hîna jî karesat dewam dikin.
Rayedarên welatan hewl didin bandora karesatan sivik bikin, ji bo vê dest bi xebatên awarte kirine.
Endonezya herî zêde ji lehiyan û heza erdê bandor bû, ku li wir 753 kes mirin.
Piştre Srî Lanka, ku rewşa awarte lê hatiye ragihandin, 465 kes mirin.
Li Taylandê 185 kes û li Malezyayê jî 3 kes mirin.
Rayedarên Endonezyayî gotin ku wêraniya ku ji ber barana dijwar a çend rojan û bahozeke tropîkal a kêmdîtî ya ku li girava Sumatrayê xist, karesata herî kujer bû.
Li 4 welatên Asyayê ji ber lehiyê zêdetirî hezar û 400 kes mirin
Ji erdhej û tsûnamiya Sulawesiyê ya 2018’an vir ve, ku bû sedema mirina zêdetirî 4 hezar û 300 kesan.
Ajansa Rêvebiriya Karesatên Neteweyî ya Endonezyayê ragihand ku li parêzgehên Sumatraya Bakur, Sumatraya Rojava û Acehê nêzîkî 650 kes winda ne.
Karesatê, ku bi deh hezaran mal û tesîsên giştî zirar dît, zêdetirî 1.5 mîlyon kes ji cih û warên xwe dûr xist.
Hikûmeta Endonezyayê sê keştiyên nexweşxaneyê şandin deverên wêranbûyî, bi qasî 2 hezar û 600 kes birîndar bûn û nexweşxaneyên herêmî jî pir zêde bûn.
Serokê Endonezyayê di destpêka vê hefteyê de serdana herêma karesatê kir û soza alîkarî û piştgirîyê ji bo ji nû ve avakirinê da.
Serokê Srî Lankayê jî got hîn zû ye ku hejmara rastîn a mirinan li welatê wî were destnîşankirin.
Berdevkê Hikûmeta Taylandê ragihand ku hewldanên rizgarkirinê li başûrê welêt pêşve diçin û xizmetên av û elektrîkê ji bo hema hema hemû deverên bandordar hatine sererast kirin.
Berdevk ragihand ku hikûmetê nêzîkî 31.3 mîlyon dolar tezmînat daye zêdetirî 120 hezar malbatên ku ji lehiyê bandor bûne.



