Çend rojin şerê Tayland û Kamboçyayê dewam dike.
Di êrişên dawî yên her du alî de bi giştî 21 kes mirin.
Ji ber şer bi sedhezaran kes ji heremê hatin derxistin.
Li ser sînorê Tayland û Kamboçyayê şer û pevçûn gur dibe.
Li gorî daxuyaniya artêşa Taylandê, Kamboçyayê şeva borî bi obus û hawanên giran êrişî Taylandê kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Taylandê jî bi heman cureyên çekên giran bersiv daye û di vê pêvajoyê de gelek zirar dane artêşa Kamboçyayê.
Artêşa Taylandê ragihand ku di pevçûnan de 9 leşkerên wan mirine, hejmara leşkerên birîndar ji 120’yî zêdetir e û 3 sivîlên li herêmê di dema ku hewl didan wan derxin hatine kuştin.
Daxuyaniyên dijber yên kamboçyayê
Her wiha Fermandarê payebilind ê Kamboçyayê Kun Kim ji rojnameya Khmer Times re diyar kir ku nêzîkî 130 hezar heta 150 hezar kes ji herêmê hatine derxistin û li stargehên demkî hatine bicîhkirin.
Wezareta Parastinê ya Kamboçyayê bi riya ajansa dewletê ragihand ku Taylandê bi çekên giran û balafirên şer ên F-16 êrişî herêmên sînor û cihên çandî kiriye.
Li gorî nûçeya rojnameya Khmer Times, Wezîrê Agahiyê yê Kamboçyayê diyar kir ku ji ber pevçûnên li ser sînor 9 sivîl mirine û 46 kes jî birîndar bûne.
Tayland û Kamboçya, tevî agirbestê jî, di pêvajoya dawî de aloziya li ser sînor zêde bûbû û her du alî hev sûcdar kiribûn ku pevçûnên nû dane destpêkirin.
Aloziya sînorê ya Tayland û kamboçyayê
Tayland û Kamboçya ku li Asya Başûrê Rojhilatê bi têlên sînor ên 817 kîlometre ve ji hev hatine veqetandin, ji demeke dirêj ve nakokiya axê dijîn.
Di 28’ê Gulanê de ji ber binpêkirina peymana sînor pevçûnek kin li herêmê qewimîbû û her du artêşan li ser çareserkirina pirsgirêkê bi riya aştiyane li hev kiribûn.
Piştî nêzîkî 2 mehan, di 24’ê Tîrmehê de pevçûnên li ser xeta sînor dîsa dest pê kiribûn û di wan pevçûnan de ji her du welatan bi giştî 32 kes miribûn.
Tayland û Kamboçya di 26’ê Cotmehê de, di çarçoveya 47’emîn a Lûtkeya ASEAN’ê ya li paytexta Malezyayê, “Peymana Aştiyê” îmze kiribûn.


