Amerîka li peravên Venezuelayê tankereke petrolê desteser kir.
Rayedarên Amerîka îdîa dikin ku ew tanker ji bo dorpêçên li ser Îranê bişkîne dixebitî.
Venezuela desteser kirina tankerê wekî qorsantî bi nav kir û kiryara Amerîkayê şermezar kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, desteserkirina tankereke petrolê li nêzîkî Venezuelayê ragihand.
Trump li Qesra Spî ji rojnamevanan re got, Amerîkayê tankera mezin li peravên Venezuelayê desteser kiriye.
Desteserkirina tankerê di demekê de tê ku Amerîka di hefteyên dawî de hebûna xwe ya leşkerî li Amerîkaya Latîn, ku dibêje armanca wê têkoşîna li dijî bazirganiya madeyên hişber e, xurt kiriye.
Serokê Amerîkayê Trump berê diyar kiribû ku, ew ê zexta aborî li ser hikûmeta Venezuelayê zêde bikin.
Venezuela kiryarên DYA li ser tankera petrolê şermezar kir
Caracas bi lez û bez ev kiryar şermezar kir û wekî qorsantiya navneteweyî bi nav kir.
Berê, Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro ragihand bû ku, welatê wî dê tu carî nebe koloniya petrolê.
Serdozgera Giştî ya Amerîkayê Pam Bundy (pam bandî) li ser medya dijîtal agahî li ser desteserkirina tankerê parve kir.
Serdozger nivîsand ku, tanker bi salan e ji ber beşdarbûna di toreke veguhestina neqanûnî ya petrolê de, ku piştgiriyê dide rêxistinên terorîst ên biyanî di bin cezayan de ye.
Pam Bundy dibêje ku FBI (ef bî ay), Wezareta Lêpirsînên Ewlekariya Navxweyî, û Pasvanên Peravê yên Amerîka bi piştgiriya Wezareta Parastinê “fermana desteserkirina tankerek petrola xav, ji bo veguhestina petrola dorpêçkirî ji Venezuela ji bo Îranê dihat bikar anîn bicîh anîn.”
Serdozgera Amerîka Pam Bundy, teqez kir ku desteserkirina li peravên Venezuelayê bi awayekî ewle hatiye kirin û lêpirsîna li ser barkirina petrolê di bin cezayan de wê berdewam bike.
Venezuela, ku xwediyê mezintirîn rezervên petrolê yên îsbatkirî yên cîhanê ye, rojane nêzîkî milyonek bermîl petrolê hildiberîne.
Ji ber sedema dorpêçên Amerîkî, ew bi giranî ji bazara cîhanî hatiye dûrxistin û piraniya hilberîna xwe dişîne rafineriyên li Çînê.


