Li Şerîda Xezayê hîna jî êrişên Îsraîlê dewam dikin.
Li gor agahiyan di êrişa dawî de 5 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li gel vê yekê Îsraîl deriyê sînor ê Urdinê ji nû ve vekir.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên tenduristiyê, artêşa Îsraîlê êriş birin ser deverên başûr û bakurê Xezeyê.
Di êrişan de 3 ji wan zarok 5 kes hatin kuştin û 5 kesê din jî birîndar bûn.
Di êrişa artêşa Îsraîlê de, li herêma Mewasiyê ya li başûrê Xezayê, 2 kes hatin kuştin.
Hat ragihandin ku zarokek ji ber ku nekarîn ji herêmê bigihîjin Nexweşxaneya Nasir a li Han Yûnisê, jiyana xwe ji dest da.
Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê li herêma Cibaliyê ya bakurê Xezayê, ku berê di çarçoveya agirbestê de lê vekişiyabû, dîsa pêş ve çû.
Di encama gulebarana li herêmê de kesek bi giranî birîndar bû û ji ber ku tîmên tenduristiyê negihîştin wî, jiyana xwe ji dest da.
Hat diyarkirin ku li nêzîkî Kampa Penaberan a Halawê ya li Cibaliyê, di encama gulebarana ji aliyê artêşa Îsraîlê ya li wir bi cih bûyî de 2 kes hatin kuştin.
Hat ragihandin ku di êrişên asmanî û topan ên Îsraîlê yên li ser navend û başûrê Xezayê de 5 kes birîndar bûn.
Ji destpêka şer ve li Şerîda Xezayê 70 hezar û 369 kes hatin kuştin
Tê payîn ku peymana agirbestê ya 10’ê Cotmehê li Xezeyê bikeve meriyetê û şer rawestîne, lê Îsraîl hema hema her roj peymanê binpê dike.
Di êrişên artêşa Îsraîlê de, tevî agirbestê, bi sedan kes li Xezeyê hatin kuştin û birîndar bûn.
Di êrişên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê ku di Cotmeha 2023’yan de dest pê kirin, 70 hezar û 369 kes hatin kuştin, 171 hezar 69 kes jî birîndar bûn.
Agirbesta li Xezayê û peymana guhertina girtiyan
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di 9’ê Cotmehê de ragihand ku di danûstandinên li Misirê de Îsraîl û Hamas qonaxa yekem a plana agirbestê ya li Xezayê erê kirine.
Peymana ku li Misirê hat îmzekirin, bi erêkirina hikumeta Îsraîlê di 10’ê Cotmehê de ket meriyetê.
Artêşa Îsraîlê, tevî agirbesta li Şerîda Xezayê, carinan bi îdiayên cuda êrişên li ser xelkê Xezayê dike.
Îsraîl deriyê sînor ê bi Urdunê re ji nû ve vekir
Li aliyê din Îsraîl ji bo alîkariya Xezayê deriyê sînor ê bi Urdunê re ji nû ve vekir.
Îsraîlê di meha Îlonê de deriyê sînor girtibû piştî ku ajokarekî Urdunî gule berda û du leşkerên Îsraîlî hatibûn kuştin.
Li gorî daxuyaniya rayedaran, roja Sêşemê destûr hate dayîn ku 96 kamyonên ku çîmento û materyalên avakirinê hildigirtin derbas bibin.
Doh, 20 kamyonên ku alîkariya mirovî hildigirtin ji vê deriyê sînor derbas bûn, û îro tê payîn ku destûra ketina qûmê ji bo sektora înşaetê were dayîn.
Ji dema girtina deriyê sînor ve, berpirsên Urdunî dibêjin ku ew karîne bi rêya deriyê Şêx Hisên li bakurê Şerîa Rojava alîkarî bigihînin Xezayê.



