Fermandariya Başûr a Amerîkayê-Southcom ragihand ku li Rojhilatê Pasîfîkê du keştiyên ku tê îdiakirin ku madeyên hişbir hildigirtin, hatine hedefgirtin, 5 kes hatine kuştin.
SOUTHCOM dîmenên keştiyên hatine xistin li ser malpera X’ê parve kir.
Di peyamê de îdia hat kirin ku keştiyên ku bi fermana Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth li avên navneteweyî hatine xistin, ji bo komên ku wekî “rêxistinên terorîst” hatine binavkirin dixebitin.
Di êrişa li dijî keşiyan de 5 kes hatin kuştin
Di peyamê de, ku îdia hat kirin ku keştî di çalakiyên bazirganiya madeyên hişbir de li Rojhilatê Pasîfîkê ne.
Her wiha hat diyarkirin ku di êrîşê de 5 kes hatine kuştin û ti leşkerên Amerîkî zirar nedîtine.
Rojnameya Hill ragihand ku “ji destpêka Îlonê ve, artêşa Amerîkayê herî kêm 26 êrîş li dijî keştiyên ku tê îdiakirin li Karayîb û Rojhilatê Pasîfîkê madeyên hişbir hildigirin pêk aniye, û herî kêm 104 kes kuştine.”


