Nûnerê Amerîka yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya derbarê bêçekkirina komên çekdar ên Iraqê de peyamek belav kir.
Mark anî ziman ku divê pêvajoya bêçekkirinê li seranserê Iraqê bê cihanîn.
Mark Savaya ragihand ku ew bi amadebûna komek çekdar ya jibo danîna çekan kêfxweşe, lê ev yek tenê bi derxistina daxuyaniyan têrê nake û got:
Divê proseya çekdanînê berifreh be û di çarçoveyek netewî ya zelal de were bicihanîn.
Iraq niha di nava krîzeke kûr de ye.
Yan wê serweriya qanûnî, aramî û geşepêdanê, yan jî wê asêbûna di nava çerxek parçebûn û bê ewlehiyê de hilbijêre.
Lewma divê pêvajoya bêçekkirinê li seranserê Iraqê, bi awayek wekhev û bê cûdahî were bicihanîn.



