Artêşa Amerîkayê doh ragihand ku wan li keştiyeke ku guman tê kirin ku li avên navneteweyî yên Okyanûsa Rojhilatê Pasîfîkê bazirganiya madeyên hişbir dike, xistiye û kesek kuştiye.
Rêveberiya Trump diyar kir ku armanca êrîşan rawestandina herikîna madeyên hişbir ji bo nav Amerîka û zêdekirina zextê li ser Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro bû.
Fermandariya Başûr a Amerîkayê got:
“Îstîxbaratê piştrast kir ku keştiya kêm-profil li ser rêyên bazirganiya narkotîkê yên naskirî li Rojhilatê Pasîfîkê digeriya û beşdarî operasyonên bazirganiya narkotîkê dibû.”
Bi van êrîşan re, ji meha Îlonê vir ve, dema ku rêveberiya Trump dest bi hedefgirtina keştiyên ku îdia dike ji hêla rêxistinên terorîst ve têne xebitandin, hejmara giştî ya mirinan di 29 operasyonan de gihîştiye 105’an.



