Hêzên hikumeta navendî ya Yemenê bi pişgiriya Koalisyona Erebî 2 bajar li Rojhilatê Yemenê xistin bin kontrola xwe.
Bajarê Hedramut û El-Mehra yên li rojhilatê Yemenê ket bin kontrola hikûmeta navendî.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Dr. Reşad El-Alîmî, xelkên herdû bajaran pîroz kir.
Alîmî diyar kir ku ev serkeftin yekîtiya civakên herêmî li dora dewlet û saziyên wê nîşan dide.
Her wiha Alîmî spasiya hewldanên hêzên hevbeş ên girêdayî Koalîsyona Erebî ji bo rizgarkirina herdû bajaran jî kir.
Alîmî teqez kir ku hêza koalisyona Erebî di girtina çeperên leşkerî, kêmkirina aloziyê, parastina sivîlan û bi serkeftî birêvebirina operasyonê di çarçoveya qanûn û normên navneteweyî de roleke diyarker lîstine.



