Li seranserê Îranê xwepêşandanên gel di roja xwe ya 9’emîn de didome.
Şevê din li gelek bajarên Îranê pevçûnên giran di navbera xwepêşanderan û polîsan de rû dan.
Her wiha di nav 9 rojên serhildanên giştî de 19 kes hatin qetil kirin û 990 kes jî hatin girtin.
Li Îranê xwepêşandan di roja xwe ya 9’emîn de ye.
Di nava 9 rojan de li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 19 kes hatine qetil kirin û 990 kes jî hatine girtin
Di heman deme de xwepêşandan û nerazîbûn şeva borî li seranserê Îranê berdewam kirin.
Polîsên Îranê, êrîşî nexweşxaneya Xumênî ya li Bajarê Îlamê kirin û bi dehan kes birîndar kirin.
Hat zanîn ku polîsan dixwest birîndarên ku berê rakiribûn wê nexwaşxanê hemûyan bikujin.
Di navbera xwepêşanderan û polîsan de heya sibehê pevçûnên giran rûdan, lê ji ber derfetên kêm nayê zanin ka li wê nexwaşxanê çend kes hatine qetil kirin.
Piştî berzbûna qêrînên gel li kolanan, Xameneyî fermana kuştina gel da
Her wiha Elî Xamineyî roja şemiyê ferman da ku hemû kesên daketine kolanan bi awayekî hovane werin kuştin.
Her çend Xameneyî gefa kûştinê li gel xwar jî, dîsa gel bêdeng neman û zêdetir daketin kolanan û bi dirûşmeya bimire Dîktator qêriyan.
Li parêzgeha Semnanê, hejmareke mezin ji xelkê jî şeva yekşemê xwepêşandan kirin.
Her wiha li parêzgeha Bextiyarî jî xwepêşandanên protestoyî hatin li darxistin.
Li bajarê Hemedanê, xelk dîsa daketin kolanan.
Her wiha xwepêşandanên giştî li Parêzgeha Fars, Yasuc, Buşehr, Arak, Babol, Lahîcan û Kirmaşanê, şevê heta sibehê berdewam kirin.
Li Tehranê jî di navbera xwepêşanderan û hêzên hikûmetê de pevçûnên dijwan heya berbanga sibehê berdewam kirin.
Mamostayên xozistanê banga mezinkirina xwepêşandanan kirin
Her diçe çalakî û xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdetir dibin.
Di vê çarçoveyê de 105 mamosteyên Parêzgeha Xozistan ya Îranê daxuyaniyek belav kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hejarî, newekhevî û têkdana pergala perwerdeyê jiyana bi milyonan kesî xistiye nava aloziyê û wiha gotin:
“Weke hilgirên meşaleya hişyariyê, nikarîn li hemberî girtina hêviyên nifşên pêşerojê bêdeng bimînin.”
Mamosteyên daxuyanî îmze kiribûn bang li hemû mamosteyan kirin ku cihê xwe di rêzên xwepêşanderan de bigirin û gotin:
“Li gorî wan tenê yekbûn dikare dîwarên bêdengiyê hilweşînin, rêya guherîna rasteqîn ya li welat vekin.”



