5 tevgerên jinên Kurd, bi daxuyaniyek hevpar êrîşa Muhafizên Şoreşa Îranê ya li dijî xwepêşanderên gel a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê şermezar kirin.
Tevgeran bang kirin ku piştgirî bidin xwepêşanderan.
Di daxuyaniyê de rewşa li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û êrîşên Muhafizên Şoreşa Îranê yên li dijî xwepêşanderên gel hat şermezar kirin.
Hate destnîşankirin, xwepêşandanên gel ên li bajarên cuda yên Îran û Kurdistanê bi awayekî lez belav bûne û ji bo tepeserkirina xwepêşandanan rejîm tundî û rêbazên zextê bikar tîne.
Tevgerên jinan, êrîşên li dijî xwepêşanderan bi taybetî li Malekşahî û Luristanê mîna “sûcekî vekirî” û “binpêkirinek giran a mafên mirovan” bi nav kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, saziyên demokratîk û hemû hêzên azadîxwaz hate kirin ku bêdeng nemînin.



