Meclisa Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û banga agirbestê û diyalogan kir.
Meclisa Sûriya Demokratîk da zanîn ku hedefgirtina cihê sivîlan binpêkirina rêgezên navneteweyî ye.
MSD’ê bi lêv kir ku komên ku van êrişan dikin girêdayî hikumetê ne.
Her wekî bal kişand ser peyama 10’ê Adarê û got:
Ev geşedan hemwextî dan û standinên bi armanca pêkanîna peymana 10’ê Adarê di navbera QSD û hikumeta demkî de rû didin.
Eriş li dijî rihê peymana agirbestê û sepandina lihevkirinên siyasî û ewlehiyê ne, di heman demê de derfetên serxistina peymanê lawaz dikin.
Her hewldaneke siyasî bêyî kontrokirina çekan û rêgirtina li ber binpêkirinên li dijî sivîlan wê bi ser nekevin.
Parastina Sûriyeyan û aştiya navxweyî cewherê lihevkirin û diyalogan e.”
MSD’ê Di dawiyê de banga agirbestê kir û diyalog wekî rêya yekane ya çareseriyê pênase kir.



