Duh li Bexdayê baregehên Heşdî Şeebî bi dijwarî hatin bombebarankirin.
Cîgirê Berpirsê Karûbarên Artêşa Pasdaran hat kuştin.
Li gor medyaya navxweyî ya Iraqê,duh gelek baregehên Heşdî Şeebî yên li Bexdayê bi dijwarî hatin bombebarankirin.
Di encamê de Cîgirê Berpirsê Karûbarên Iraqê yê Artêşa Pasdaran ya Îranê li gel 5 şêwirmendê Pasdaran hatin kuştin.
Hate ragihandin ku li gelek deverên Bexdayê dengê teqînên mezin hatine bîhîstin.



