TJK-E û KCDK-E derbarê şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de bal kişand ku bi êrişên li ser Kurdistanê hewl didin hêzên Kurd bikişînin nav şer û ev gotin: “Divê hemû hêzên Kurd li ser bingeha yekitiya neteweyî bên gel hev, parastina têkoşîna rewa biparêzin û divê nebin amûrê hesabên şaş ên tu kesî.”
Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistan li Ewropayê (KCDK-E) der barê şerê ku ji aliyê DYA û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatiye destpêkirin daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de TJK-E û KCDK-E dan zanîn her ku diçe ev şer bandorê li her çar aliyên Kurdistanê dike.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûna li ser bingeha yekîtiya neteweyî û wiha hat gotin:
Wekî ku tê zanîn, şerekî ku serkêşiya wê Îsraîl, DYA û Îranê dikin, tê jiyîn.
Ev şer li her aliyên Rojhilata Navîn belav dibe û roj bi roj mezin dibe.
Ev şerê bi xwe re rê li ber krîzeke aborî û krîzeke mezin a cîhanî vedike.
Ev şerê ku wekî şerê enerjiyê jî tê binavkirin, rasterast bandorê li her çar aliyên Kurdistanê dike.
Êrişa li Duhokê û hedefgirtina hêzên Kurd piştrast dike ku em di bin gefek cidî de ne.
TJK-E û KCDK-E diyar kirin ku ev êrişeke ku gelê Kurd û hêzên Kurd ên li her çar aliyên Kurdistanê bikişînin nav şer û wiha anîn ziman:
Gelê Kurd wê tu carî nebe amûrek şerên neheq û planên parvekirina desthilatdariyê yên hêzên navneteweyî. Gelê Kurd ne alîgirê şer û komkujiyane, alîgirê diyalog û çareseriya demokratîke.
Ji ber vê yekê wê her çar beşên Kurdistanê nebin amûrê ev şerê berdewam dike.
Divê hemû hêzên Kurd li ser bingeha yekîtiya neteweyî bên gel hev, parastina têkoşîna rewa biparêzin û divê nebin amûrê hesabên şaş ên tu kesî.
Ev êrîş careke din nîşan didin ku têkoşîneke yekgirtî çiqas girînge.
Em bang li gelê xwe yê li dîasporayê dikin ku li hember van êriş û xetereyan hişyar bin.



