AVA Media (TV) serî li rêbazek sosret da û di wêne de rûyê Rêber Apo filû kir.
Piştî vê gelek bertek jî AVA Media re hatin kirin
AVA Media têkildarî sansura wêneyê Abdullah Ocalan ji DEM Partiyê re e-maîlek şand û lêborîn xwest.
AVA Media piştî bertekên dijwar paşve gav avêt .
Ji DEM Partiyê lêborîn xwest û diyar kir ku wan naverok rakir û ew ê careke din dubare nekin .
AVA Media got, Ev tedbîre bi niyeta siyasî an edîtorî nehatîye kirin.
Berevajî vê, ji ber sîyasetên sepandî ji alîyê platforma Metave ku li ser me hatine ferzkirin, rûdaye.
Platformên me yên medyayê pêştir ji ber weşandina wêneyên Birêz Abdullah Ocalan,
Rastî rakirina naverokê û sînorkirinên potansiyel ên hesabê hatine.
Her wekî diyar kir ku dîsa, em lêborînê ji we dixwazîn, me naverok rakir û em ê careke din dubare nekin.
Em bi tevahî pabendî pratîkên medyayê yên profesyonel, hevseng û berpirsiyar dimînin.
Em di hevkariya xwe de bi hemî aliyên peywendîdar û herwiha şefafiyetê girîng dibînin.
Têgihîştina we teqdîr dikin û ji bo her zelaliyek din amade ne.”



