Bînerên hêja, di vê hefteyê de, wê komeke din dîlgirtiyan were berdan.
Ev yek ji encamên civîna, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD Mezlûm Ebdî bi nûnerê şandeya serokatiya hikumeta demkî Ziyad El-Ayiş re ye.
“Vê hefteyê komeke din a dîlgirtiyan tê berdan”
Îro li bajarê Hesekê, bi amadebûna fermandarê Asayîşê Mehmûd Xelîl “Siyamend Efrîn” pêk hat.
Li gor malpera fermî ya Asayîşê, nîqaş derheqê awayê vegera ewle ya koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bo malên xwe û misogerkirina şert û mercên hat kirin.
Di heman wextê de, herdu aliyan behsa wê yekê kiriye ku saziyên xizmet û perwerdeyê bibin yek û hewldan ji bo aramî, ewlehî û başkirina xizmetê zêde bibin.
Di nava civînê de, yek ji mijarên sereke jî berdana dîlgirtiyan bû.
Hat ragihand ku herdu aliyan gotiye gerek zindan werin spîkirin û di vê çarçoveyê de, komeke dîlgirtiyan di vê hefteyê de were berdan.



