Artêşa Rûsyayê li herêmên cûda yên Ukraynayê êrişên hewayî pêk anî.ç
Hat ragihandin di êrişê de 5 kes mirin û 29 kes jî birîndar bûn.
Derbarê êrişê de Fermandariya Hêzên Hewayî ya artêşa Ukraynayê got ku êriş bi sê cûreyên dronan pêk hatiye, 260 dron ji hêla hêzên parastina hewayî yên Ukraynayê ve hatine bêbandorkirin.
Her wiha hat ragihandin li herêma Xarkîvê 3 kes, li Sumy jî herî kêm 7 kes birîndar bûn.
Rayedarekî Ukraynî jî got li herêma Dnîpro jî ji ber êrişa dronan 5 kes mirine.


