4 xelkên Serêkaniyê dema xwestin serdana bajarê xwe Serêkaniya dagirkirî bikin ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine girtin.
Cûma El Izo yê ji gundê Menacîr ê Serêkaniyê, Ehmed Qasim El Ewed ê ji Serêkaniyê, Mehmûd Hobo û kurê wî Welat Hobo ji bajarê Til Temir bûn.
Malbata El Izo anî ziman ku ew dema çûne serdana Serêkaniyê û gundên wan, kurê wan û kesên ku pê re nêzî gundê El Aliye yê Serêkaniyê hatine girtin.
Her wiha diyar kir ku kurê wan û hevalên wî ji aliyê çeteyên Polîsên Leşkerî yên Serêkaniyê ve hatine girtin û radestî îstîxbarata Tirkiyê kirine.
Malbatê da zanîn ku her çar derbasî Tirkiyê kirine û aqûbeta wan ne diyar e.



