Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan serlêdana Konseya Ewropayê kir.
Konseya Ewropayê di 15-17’ê Îlona 2025’an de mijara mafê hêviyê ya Rêber Apo xistibû rojeva xwe.
Ji bo pêkanîna mafê hêviyê jî heta Hezîrana 2026’an wext dabû dewleta Tirk.
Duh parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo mafê hêviyê daxwazname da Konseya Ewropayê.
Parêzeran di bin 4 xalan de daxwazname pêşkêş kir.
Hikumetê heta roja îro li gorî biryara DMME ya bi navê Ocalan hêjmar 2 tu gav neavêtine.
Ji ber vê yekê em pêşniyar dikin ku di civîna 1537’an a komîteya we de, biryara hişyariyê dîsa bê çêkirin.
Der barê tedbîrên giştî de tevî ku di navberê de zêdetirî 12 salan derbas bûye jî, gav nehatine avêtin.
Ji bo tespîtkirina vê binpêkirinê prosedurek tespîtkirinê bide destpêkirin.
Hikumeta Tirkiyeyê li gorî rêgezên di biryarên DMME’yê de hatine diyarkirin,
Di hiqûqa Tirkiyeyê de bêyî ku cudahiyan bike li gorî sûcên diyarkirî qanûnên serbestberdanê pêk bîne,
Qanûnên ku li hemberî vê dibin asteng jî biguhere. Der barê vê mijarê de jî bang li hikumetê bê kirin.
Doza Tirkiyeyê ya ku bi navê Koma Gurban tê naskirin, bê bihêzkirin û di çarçoveya prosedûrê de bimîne.



