Di Iraqê de nîqaşên siyasî li ser pêvajoya hilbijartinê dewam in.
Di wextekî ku hîna namzetê Serokwezîr nehatî diyarkirin de, israrek zêde ya li ser hilbijartina Serokomar ku divê Kurde tê kirin.
Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî jî ev zexta li ser Kurda tê kirin rexne kir.
Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî X’ê derbarê hilbijartina Serokkomarê Iraqê peyamek belav kir.
Her wiha diyar kir ku israra hinek aliyên Çarçoveya Hevahengiyê ya li ser hilbijartina Serokkomar, di demekê de ku aliyên din hilbijartina Serokwezîr taloq dikin.
Mesûd Barzanî: Ev yek nayê qebûlkirin
Barzanî li ser vê yekê helwest nîşan da û got;
Ev yek nayê pejirandin.
Di daxuyaniya xwe de tekezî li ser hevahengiya pêvajoyan kir û got:
“Em tekez dikin ku heta ew pirsgirêk bi hev re neyê çareserkirin, ti berkeftî û mafekî destûrî nayê çareserkirin.”
Di heman demê de, bang kir ku hemû alî di rûniştina bê ya Parlamentoyê de amade bin da ku rêyek hevpar ji bo çareseriyê were dîtin.
Ev daxuyanî di demekê de tê ku nîqaşên siyasî li Baghdadê hîn jî li ser desthilatdariya nû dewam in.



