Mesho Hesen ê ku wekî bavê şervanan dihat naskirin, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Kesayetê welatparêz Mesho Hesen ê ji gundê Boxazê yê başûrê Kobanê duh ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Mesho Hesen, bavê 8 zarokan (4 keç û 4 kur) e. Bi selên dirêj di nava hemû şert û mercan de di rêya parastina azadî û rûmeta gelê xwe de têkoşîn kir. Ji destpêka avabûna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve bi dilsozî, dilnizmî, bi israr û îradeyeke xurt, di hemû çeperên şer de li kêleka şervanan cihê xwe digirt.
Mesho Hesen di berxwedana Kobanê ya sedsalê de jî cihê xwe girtibû û ev yek jê re bû destpêkeke nû. Her wiha di pêngavên rizgarkirina Sirîn, Bendava Tişrînê, Minbic, Erîma, Tebqa, Reqa û Eyn Îsayê jî de cih girtibû.
Mesho Hesen ji ber temenê xwe yê mezin jî, ji şervanan re bibû cihê moral û hêzê bû. Ji wan re weke bav û hevalekî bû û bi wî rihê berpirsyartiyê tevdigeriya.
Mesho Hesen ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê zêde bûn û nexweşiyên wî nema dikarî şer bike. Tevî vê yekê jî ji şervanan dûr neket. Çek û çebilxaneyên şervanan tamîr dikir û ji wan re dibir eniyên şer.
Mesho Hesen ji ber krîza domdar a dil emeliyet kir. Duh danê êvarî di 72 saliya xwe de ji ber nexweşiyê wefat kir.



