HPG bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîla Mazlum Serêçiya 6’ê Nîsanê li Girê Zengil a li qada Bergarê ya herêma Garê ji ber qezayekê şehîd bû.
HPG’ê ji gelê kurd û malbata şehîd re sersaxî xwest û soza serxistina armanc û xeyalên wî da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîla Mazlum Serêçiya aşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku şehîd Mazlum Serêçiya, bi komek hevrêyrên xwe re ji zinarekî ket û birîndar bû.
Ji zinarê hate rizgarkirin û tevî hemû mudaxileyan jî ji ber birîna xwe ya giran şehîd bû.
Şehîd Mazlum li navçeya Kop a bajarê Mûşê di nav malabtek welatprêz de hat dinê.
Di temenekî zû de li hemberî Tevgera Apoyî sempatî hîs kir.
Bi çîrokên lehengiyê yên gerîla, mezin bû.
Şehîd Mezlûm 5 salan çû dibistana dewletê, ket ferqa polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewletê.
Ji ber ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde nedidît, ket nava nakokiyên kûr û dest ji dibistana dewletê berda.
Xebatên ciwanên Kurd ên welatparêz ji nêz ve şopand.
Birayê wî hevrê Berxwedan Kaş – Cuneyt Aydemîr di Berxwedana Sûrê ya Destanî de şehîd bû.
Sala 2016’an ji Stenbolê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû.
Bi perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk, di kesayeta xwe de guhertinên cidî çêkir.
Di pêvajoya Şoreşa Azadiyê ya Rojava de tevlîbûneke aktîf raber kir û di gelek hemleyên şoreşgeriyê de cih girt.
Piştre car din berê xwe da warê pîroz ê gerîla.
Li dijî operasyonên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine destpêkirin, hewl da wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih bîne.
Li her qadê ku êrîş hebûn cih girt û parastina axa Kurdistanê esas girt.
Mazlum Serêçiya, di 6’ê Nîsana 2026’an de li Girê Zengil a Bergarê ya herêma Garê, di qezayek de şehîd bû.
HPG’ê di dawiyê de ji gelê kurd û malbata şehîd re sersaxî xwest û soza serxistina armanc û xeyalên hevrê Mazlum da.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ye:
Ferdî Aydemîr, Navê bi nasnav evgerî Mezlûm Serêçiya, li Mûşê jidayik bûye, 6’ê Nîsana 2026’n li Garê şehîd bû.

Nasnav: Mazlum Serêçiya
Nav û Paşnav: Ferdî Aydemîr
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik – Bav: Emîne – Kemal
Cih û Dîroka Şehadetê: 6’ê Nîsana 2026’an / Garê



