Piştî 6 salan rêya Til Temir – Serêkaniyê hat vekirin.
Bi çavdêriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Asayîşê rêya Til Temir- Serêkaniyê hat vekirin.
Di dema vekirina rê de ji fermandarên QSD’ê Serdan Heleb û fermandarê hêzên Asayîşê Mehmûd Xelîl Elî, tevî şandeyek ji hikumeta demkî amade bûn.
Mehmûd Xelîl Elî diyar kir ku tevahî bendên li ser rê were rakirin û bendek hevbeş a demkî were danîn.
Rêya Til Temir-Serêkaniyê ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve (Cotmeh 2019) girtî bû.



